1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. "Rêveberiya Xweser daxwaza êzîdiyan e"
"Rêveberiya Xweser daxwaza êzîdiyan e","rêveberiya,xweser,daxwaza,êzîdiyan,e"

"Rêveberiya Xweser daxwaza êzîdiyan e"

Beşîr Êzîdî: Rêveberiya Xweser daxwaza êzîdiyan e

A+ A-

EZDEŞÊR HEBÎB

TIRBESPIYÊ– Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê ya Ewropa Beşîr Êzîdî diyar kir ku hemû êzî daxaza Rêveberiya Xweser a Şengalê dikin û dixwazin Şengaleke azad û bi îrade pêşbikeve. Beşîr bang li hemû welatên êzîdî kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û ji civaka navdewletî xwestin ku piştigirya civaka êzîdî bikin.

Gelê êzîdî di 3ʹê Tebaxa 2014ʹan de piştî ku pêşmergeyên PDKʹê reviyan û welatiyên êzîdî bê parstin hiştin, rastî komkujiyê hatin. Çeteyên DAIŞʹê bi hezaran welatiyên êzdî revanin û qetil kirin. Di encama berxwedana hêzên YBŞ, YJŞ, HPG û YJA Şengal ji çeteyan hate rizgarkirin. Êzîdiyên Şengalê dest bi rêxistinkirina xwe kirin û meclîsa xwe ya Şengalê ava kirin. Avakirina meclîsê wekî gava yekemîn a ber bi xwbatên xwerêveberiya Şengalê bû.

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê ya Ewropa Beşîr Êzîdî ku serdana Rojava kiribû li ser girîngiya avakirina meclîsa Şengalê û xebatên wê yên dê werin kirin bersiva pirsên ANHAʹyê da.

*Girîngiya avakirina Meclsa Şengalê çiye?

Gelê êzîdî rastî gelek zulim û zodarî hatiye. Hêzên desthiladar û xwediyên fikrên nijatperest rola civaka êzdî paş guh kirin. Dema DAIŞ derket siyaset û nêzîkatiyên wan dewam kir û li dijî gelê me komkujî pêk anîn. Armanca wan ji komkujiyê tunekirina ol û mezhebên herêmê bû. BI hezaran şêniyên me hatin kuştin û jinên me rastî destdirêjiyê hatin, zarok bê xwedî man.

Li pêşiya vê hemûyî  em rastî îxaneta yên îda dikirin ku ew parstina Şengalê dikin hatin. Wekî PDKʹê ku digot ew Şengaliyan diparêze. Divyabû em ber bi gavên xwerêxistinkirina hindirîn de çûbana, da ku em karibin li dijî terorê û tundiyê derkevin û parstina xwe bikin. Ji bo em pêşerojeke nû ji gelê xwe re diyar bikin, me Meclîsa Êzîdiyan li Şengalê ava kir.

*Rola meclîsê di rêxistinkrina êzîdiyên koçberiyê û Ewropa de çiye?

Piştî me xwe di hindir de birêxistin kir, divê em xebatên xwe yên rêxistinkirinê bidomînin û gelê xwe yên li derve jî birêxistin bikin. Li ser vî esasî Melcîsa Êzîdiyan a Ewropa hate avakirin, meclîsê heta niha gelek destkeftî bi xwe re aniye. Melcîsê karîbû dengê gelê êzîdî bighîne civaka navdewletî û karîbû nerîneke giştî ya navdewletîpêk bîne. Gelê me yên li derve di riya çalakiyên cûda karîbûn zextê li hikûmetên Ewropa bikin.

*Gelê Şengalê çi sîstema rêveberiyê dixwazin pêk bînin?

Rêveberiya Xweser a Şenglê daxwaze gelê me bû, bi taybet piştî fermanên ku pêk hatin. Rêveberiya Xweser mafê gelê me yê rewaye û qanûn vî mafê ji me re misoger dike.

RÊveberiya Xweser ku niha Şengalê birêve dibe, ji aliyê gelê êzîdî ve hatiye hilbijartin û nûnertiya êzîdiyên hundir û derve dike. Biryarên ji meclîsê derdikevin cihê razîbûna gelê me ye.

*Hûn tevlî duyemîn Kongreya Rêveberiya Xweser a Şenglê bûn, Encama di kongreyê de hate bidestxistin çibû?

Em bi nûnerên hemû êzîdiyên derve û hindir re beşdarî kongreyê bûn. Armanca me ji kongreyê zêdekirina kordîneya di nava saziyên Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ye. Her wiha diyarkirina armancên me yên pêşerojê. Giringtîn tiştên me li ser lihev kir piştgiriya rêveberiya xweser ji bo jinûve avakirina Şengalê, me melcîsa Rêveberiya Xweser hilbijart. Tişta bala me kişand pêşketina di vê kongreyê de ji ya yekem bi gelekî zêdetir bû, ev yek jî diyar dike ku em di riya rast de ne.

*Kordîneya di navbera Meclîsa Şengal a Ewropa û Rêveberiya Xweser a Şengalê de çawa pêk tê?

Em di meclîsa Şengal a Ewropa de beşek ji rêveberiya Xweser in û nûnerên wê li Ewropa ne. Em dengê Rêveberiya Xweser dighînin raya giştî û civaka navdewletî. Di heman demê de em gelê xwe yên li derve birêxistin dikin. Li kêleka wê jî em çalakî û xebatên piştgiriya bi Şengalê re li derve lidar dixin, ji wan xebatan me gilî li dijî faşiya PDK û Erdogan li NYʹyî  ku piştgiriya çeteyên DAIŞʹê ku sivîlên Şengalê hedef girtin kir.

*Di dawiya hevdîtinên de bangek we hebe hûn dikarin bikin?

Em ji gelê xwe yê êzîdî li hindir û derve hêvî dikin ku xwe li derdora Rêveberiya Xweser kom bikin. Divê yekîtiya xwe xurt bikin, da ku em karibin Şengala serbixwe ya azad a dûrî siyasetên PDK û Erdogan ên dixwazin di herêmê de tevlîheviyê derbixin, ava bikin. Em ji gelê xwe re dibêjin ku hêza me di yekîtiya me de ye. Di dawiya axaftina xwe de em ji dewlet û rêxistinên navdewletî re dibêjin ên dixwazin xizmeta insaniyê bikin bela piştgiriya gelê me bikin.

(dc)

ANHA